Li Entabê 2 kes ji ber sobê bi jehrê ketin

Li Entabê 2 kes ji ber sobê bi jehrê ketin

Li navçeya Îslahiyeya Entabê bav û law ji ber gaza karbonmonoksîtê jiyana xwe ji dest dan û dê û zarokê wê rakirin nexweşxaneyê.

Li navçeya Îslahiyeya Entabê ji heman malbatê 4 kes ji ber gaza karbonmonoksîtê bi jehrê ketin. Di encama bijehrêketinê de Mustafa Bildircin û lawê wî ya 2 salî Saît Bikdircin jiyana xwe ji dest dan û jina wî Ayşe û lawê wî yê yek salî Eyup jî rakirin nexweşxaneyê.

Bûyer li Taxa Beylerê ya girêdayê navçeya Îslahiyeya Entabê qewimî. Gor agahiyên hatine bidestxistin piştî ku bav Mehmet Saît Bikdircin dema dît ku Mustafa Bildircin (25) neçûye îşê wî çû li malê mêze kir. BIildircin dît ku termê lawê wî Mustafa û neviyê wî yê 2 salî Saît Bildircin li erdê ne.

Piştî vê yekê hat tespîtkirin ku ew bi jehrê ketine. Digel hemî midaxaleyan bav Mustafa û lawê wî yê 2 salî Saît Bildircin jiyana xwe ji dest dan. Jina wî Ayşe û lawê wî yê yek salî Eyup jî rakirin nexweşxaneyê. (ÎLKHA)




 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.