Li Entabê 3 kes ji tiryakê hatin girtin
Li Entabê di lêgerîna ku di otobusekê de hat kirin de 3 kîlo û 250 gram madeya tiryakê ya bi navê metamfetamîn hat bidestxistin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li Entabê di lêgerîna ku di otobuseke rewiyan de hat kirin de di walêza pîrekeke bi navê G.E. de 3 kîlo û 250 gram madeya tiryakê ya bi navê metamfetamîn hat bidestxistin. G.E. û keseke din a ku navê wê nehat eşkerekirin hatin girtin.
Her wiha hat diyarkirin kesekî ku ji ber eronî de di derheqê wî de qerara girtinê hebû jî hatiye girtin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.