Li Entabê lihevdan: 9 birîndar
Di lihevdana ku li Entabê di navbera 2 malbatan derket dekêr û çek hatin bikaranîn, di encama lihevdanê de 9 kes birîndar bûn.
Bûyer doh êvarî li Taxa Turkmenan a Şahînbeya navçeya Entabê qewimî. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin hêj ji ber sedemeke ku nayê zanîn di navbera 2 malbatan de minaqeşe derket û piştî demekê minaqeşa bû lihevdana bi kêr û çekdarî.
Di encama lihevdanê de Turgay, Mert û Eşref Kiliç, Mehmet û Cemal Bozgeyîk, Tuncay Korkmaz û 3 kesên din ên ku navên wan nediyar e birîndar bûn. 9 kesên ku birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.