Li Entabê mîksera beton li mînîbûsê qelibî: 8 mirî

Li Entabê mîksera beton li mînîbûsê qelibî: 8 mirî

Li Avasîma navçeya Entabê mîksera betonê li mînîbûsa rêwîyan xist, di encama qezayê de 8 kes mirin.

Qeza, li nêzî Agabeya rêbeja Avasîm-Xetayê pêk hat.

Li gor agahiyên hat bidestxistin, mîksera beton û mînîbûsa rêwîyan ku navên şifêrên wan hê nehat fêr bûn li hev qelibîn.

Di encama qezayê de heta niha 8 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdayînê gelek ekîbên tendirustî, cinderme û îtfaiyeyê hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan, kesên ku wefat kirin hatin birin morgê.

Kemal Çeberê Walîyê Entabê got ku, “Li gor agahiyên di destê me de heta niha 8 kes wefat kirine, 11 kes jî birîndar bûne.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.