Li Entabê qamyonet û mînîbûs li hev qelibîn: 5 mirî
Li Entabê di qezaya ku qamyonet û mînîbûs li hev qelibîn de 5 kes jiyana xwe ji dest danû 3 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li ser Rêbeja Entab-Nizîbê qamyonet û mînîbûsek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Qeza derdora seat 08.00an de li ser 33emîn kîlometreya Rêbeja Entab û Nîzîbê pêk hat. Piştî ku bi bûyerê hat hisîn ambûlans hatin sewqkirin cihê bûyerê.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û kesên mirî jî hatin rakirin mirîxanê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.