Li Entabê qezaya trafîkê: 10 birîndar
Li Entabê mînîbûs û otomobîlek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 10 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li Nîzîpa Entabê mînîbûs û otomobîlek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 10 kes birîndar bûn.
Qeza li ser 10emîn kîlometreya Rêbeja Entab-Nîzîpê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin mînîbûsa bi plaqeya 27 J 9228 a ku ajokarê wê Mehmet Çakir bû bi otomobîla bi plaqeya 27 NG 347 a ku ajokarê wê Îlyas Marangoz bû re li hev qelibî.
Di encama qezaya ku pêk hat de tev de 10 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.