Li Entabê qezaya trafîkê: Miriyek 3 birîndar
Di qezaya trafîkê ya ku li Entabê pêk hat de pîrekek jiyana xwe ji dest da û 2 jê zarok tev de 3 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin qeza di wextên êvarê de li Xaçerêya Gatemê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin otomobîla bi pleqeya 27 Z 2266 a ku ajokarê wê Erdogan Baytar bû ji ber ku hakimiyeta dîreksiyonê ji dest hat dayîn qulibî. Di encama qezaya ku pêk hat de Meray Baytar jiyana xwe ji dest da û Erdogan Baytar û 2 zarokên wî jî birîndar bû.
Hat hînbûn kesên birîndar bi ambûlansê rakirin nexweşxanê û rewşa wan baş e.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.