Li Entabê qezaya trafîkê pêk hat: 2 mirî, 5 birîndar

Li Entabê qezaya trafîkê pêk hat: 2 mirî, 5 birîndar

Li navçeya Kurudereya Entabê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 5 kesan jî birîndar bûn.

Qeza, li kîlometreya 7emîn a ser rêya Entab-Kurudereyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta ku di rê de diçû, li wesayîta ku di alîyê dinê de dihat qelibî.

Di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 5 kesan jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên cenderme, tenduristî û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewleta Kurudereyê re hatin rakirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.