Li Erxenî pevçûna çekdarî: 2 mirî

Li Erxenî pevçûna çekdarî: 2 mirî

Li navçeya Erxeniya Diyarbekirê di nabeyna nişteciyên 2 gundan de pevçûna çekdarî derket. Di encama pevçûnê de 2 kes jiyana xwe ji det dan.

Li navçeya Erxeniya Diyarbekirê hat idîakirin ku di nabeyna nişteciyên gundê Çayan û Zîlanê de ji ber çêrgeh û merayê şer derketiye.

Gor idîayan pezên gundê Çayanê di zeviyên nişteciyên gundê Zîlanê de hatin çêrandin. Ji ber vê yekê di nabeyna nişteciyên gundê Çayan û Zîlanê de şer derketiye.

Hat ragihandin ku dûvre wek çekdarî şer derketiye û di encama şerê de Ozkan Şen, Suphî Şen, M.Nur Şen ên ji gundê Çayanê û Şevket Kaymazê ji gundê Zîlanê û Sacîd Aşkinê ku di dema şerê de ji wir derbas dibû birîndar bûn.

Hat ragihandin Ozkan Şen û Şevket Kaymazê ku wek birîndar wan rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Erxenî jiyana xwe ji dest dane. (ÎLKHA) 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.