Li Ewrûpayê Coşa Mewlûdê

Li Ewrûpayê Coşa Mewlûdê

Ji bo naskirin û nasandina xweşmîsala heyata pêxemberê me, ji bo teblîxkirina mesajên Hz Resûlûllah, evîndarên pêxember li Ewrûpayê bernameyên mewlûdê li dar dixin. Bi munasebeta salvegera wîladeta pêxemberê me, li Îswîçre û Elmanyayê bernameyên mewlûda ş

Ji bo naskirin û nasandina xweşmîsala heyata pêxemberê me, ji bo teblîxkirina mesajên Hz Resûlûllah, evîndarên pêxember li Ewrûpayê bernameyên mewlûdê li dar dixin. Bi munasebeta salvegera wîladeta pêxemberê me, li Îswîçre û Elmanyayê bernameyên mewlûda şerîf hatin rastkirin.

Li Îswîçreyê li bajarê Baselê, bi teweccuhek mezin bernama mewlûdê hate lidarxisitin. Pey xwendina Quranê melayê camiya weqfa Seîdê Nûrsî Ehmed Aktaş, li beşdaran silav kir, xeberdanek kin kir. Ji gelek reng û qewman musluman û însan tevlî bernameyê bûn. Muslumanên Ogadenê jî eleqe nîşan dan. Mewlûd bi Tirkî û Kurmancî hat xwendin. Grûba Wehdetê îlahiyên xwe hunirandin. Ji nivîskarê qezeta Doğrûhaberê M. Elî Gonul, li ser rast û durustî û exlaqê pêxemberê me xeber da. Dûre Fatîh Demîrtaş xoca peyivî. Di pêşbirka siyerê de kesên derencên bilind wergirtibûn, hatin xelatkirin. Dûre li ser hîcreta bal Hebeşîstanê tiyatroyek hat lîstandin. Îlahî millet mest û coş kirin. Pey xeberdana Yahya Yilmaz xoca, bername bi dûayê qediya.

Li Elmanyayê li Berlîn, Worms û Laypzîgê jî, bernama mewlûdê hatin lidarxistin. Li Berlînê cara ewil hat rastkirin. Bername bi xwendina Quranê dest pê kir. Digel muslumanan, hinek filleh jî tevlî bernamê bûn. Melayê camiya Wehdetê ya Hambûrgê Ebdulqadîr Aydin Xoca xeber da. Grûba Wûslatê  gelek îlahiyên ku ji bo pêxemberê me hatine bestekirin hunirandin. Bername bi xwendina dûayê bi dawî bû.

Li bajarê Wormsê jî, bernama mewlûdê bi xwendina Quranê dest pê kir. Pey mewlûd û îlahiyan, ji merkeza kultura Îslamê ya Mewlanayê Omer Tanriverdî xeberdanek kin kir. Dûre Latîf Saritaş xoca, Mûhammed Dundar Xoca û Ahmet Baygin xoca li ser heyata pêxemberê me peyivîn û hinek nimûne pêş kirin. Bal kişandin ser ehemmiyeta yekwicûdiya muslumanan. Bername bi dûayê qediya.

Her wiha li bajarê Laypzîgê, bi alîkariya camiya Teqwayê bernama mewlûdê hate lidarxistin. Bi coş û tevliyek mezin bername hat rastkirin. Pey xwendina Quranê grûba îlahiyan ya Umutê, bi Tirkî, Erebî, Kurmancî, Zazakî, Elman û Îngîlîz, bi şeş zimanan îlahî hunirandin. Millet teweccuhek mezin da mewlûdê. Cara çaran e ku li bajarê Laypzîgê, bernama mewlûdê tê lidarxistin.

Huccetul Îslam Kerîm Uçarê melayê camiya Cafer Sadiq ya Berlînê, li ser wîladeta pêxemberê me xeber da. Her wiha Pederê dêra Tomas ya Laypzîgê û serekê emniyeta eyaleta Saksonyayê jî peyivîn.

Li ser îdama Hz Hubeyb, şanoyek tiyatroyê hate lîstandin. Pey re melayê camiya Teqwayê Muhammed Seçkîn sohbet kir. Da zanîn ku, pêxemberê me ji bo însaniyetê bi rehmetî hatiye şandin. Bername bi xwendina dua wehdetê bi dawî bû. bangaheq

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.