Li Ewrûpayê Coşa Mewlûdê
Li Ewrûpayê îsal coşa Mûhammedî bê navber didome. Li gelek welat û bajaran bernameyên mewlûdê tên lidarxistin. Vê paşîn li Elmanyayê li bajarên Bohûm û Hambûrgê bername hatin rastkirin.
Li Ewrûpayê îsal coşa Mûhammedî bê navber didome. Li gelek welat û bajaran bernameyên mewlûdê tên lidarxistin. Vê paşîn li Elmanyayê li bajarên Bohûm û Hambûrgê bername hatin rastkirin.
Li Hambûrgê bername bi xwendina Quranê dest pê kir. Ji Misrê Ahmed Yûnûs Quran xwend. Pey xeberdanên destpêk û silavlêkirinê, hunermend û zarokên biçûk bi îlahiyên xwe millet coş kirin.
Di bernamê de Dr. Mahsûmî, Enes Nas xoca û Mela Mûhammed Dundar li ser eşq û heyata pêxemberê me xeber dan. Sumeyye Çelîka candana eşqa Resûlûllah hat bibîranîn. Dûre mewlûd hat xwendin. Îlahî û helbest hatin hunirandin. Li ser cahîliyeta berê, şanoyeke tiyatroyê hate nîşandan. Bername bi duayê qediya.
Her wiha li bajarê Bohûmê jî bernameyek hate lidarxistin. Pey xwendina Quranê û mewlûdê, îlahiyên bi Kurdî, Zazakî û Tirkî hatin hunirandin. Millet bi selewatan tevlî îlahiyan bûn. Mela Yahya Polat û Mela Mucahîd Haksever, li ser evîna pêxemberê me xeber dan. Pey re dîsa îlahî hatin hunirandin. Bernama mewlûdê bi duayê bi dawî bû. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.