Li Ezher Sempozyûma Di Fikrê Bedî’uzzeman De Îttîhad
Li Misrê bi hevkariya unîversîteya El Ezher û Weqfa îlm û çandê ya Stenbolê, li gor fikr û nêrînên Bedîuzzeman, sempozyûma îttîhadê hat lidarxistin.
Li Misrê bi hevkariya unîversîteya El Ezher û Weqfa îlm û çandê ya Stenbolê, li gor fikr û nêrînên Bedîuzzeman, sempozyûma îttîhadê hat lidarxistin. Sempozyûm li salona konferansê ya unîversîteya El Ezherê pêk hat.
Ji telebên Ustad û serekê weqfa han Mehmet Firinci, sekreterê giştî yê konseya bilind ya karên Îslamî Salah Sûltan, muftiyê Misrê Elî Cûma, Rektorê Ezherê Usame el ‘Ebd, nivîskar Muhammed Îmare û ji Misrê, Tirkiye, Sûriye, Siûdî ji 11 welatan bi temamî 56 mutefekkîr, akademîsyen û alim û pêşîvan tevlî sempozyûmê bûn.
Li Misrê cara duda ye ku, konferansa Bedîuzzeman tê lidarxistin. Xeberdana destpêkê ji teref Salah Sûltan ve hat kirin. Sûltan wiha got “Em gazî yekîtiya hewce ya muslumana dikin. Her wiha divê bê fikirîn ku ji fetwayên ferdî, derbasî fetwayê tomerî bin, ji şîqaqê xwe bavêjin yekwicûdiyê, ji xizaniyê derbasî zengîntiyê bibin.” Sûltan îfade kir ku, Hasan el Benna , Seyyîd Kutûb, Ustad Bedîuzzeman û gelek alim û pêşîvanên Îslamê, li ser yekîtî û biratiya Îslamê sekinîne. Muftiyê Misrê jî da zanîn ku Ustad Bedîuzzeman ji bo xizmet û biratiya Îslamê, gelek zehmet kişandine.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.