Li Farqîna Dîyarbekirê wesayîta girtîgehê qelibî

Li Farqîna Dîyarbekirê wesayîta girtîgehê qelibî

Li ser rêya Farqîn-Dîyarbekirê wesayîta ku mehkûmên girtîgehê di nav de bûn qeza kir û qelibî, di encamê de 23 kes birîndar bûn.

Qeza, li Asloyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta rîng a bi plaqeya 34 JF 0656 ku ji Girtîgeha Maltepe ya Stenbolê mehkûman sewqê Girtîgeha Bêdlîsê dikir, li ser rêya Farqîn-Dîyarbekirê li alîyê Asloyê ji ber ku şofêrê wesayîtê hakimîyeta dîreksîyon winda kir ji rê derket û gêrê şerempolê bû.

Di encama qezayê de 12 personel û 11 mehkûm tev de 23 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên polês, cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin.

Hat diyarkirin ku hinek birîndar bi helîkopteran ji nexweşxaneyên Dîyarbekirê re hatin rakirin û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.