Li Farqînê Mîtînga Huda Parê
Huda Parê li Farqînê mîtîngek li dar xist
Huda Parê li Farqînê mîtîngek li dar xist. Bi hezaran kes, bi ala û flamayên Huda Parê tevlî mîtîngê bûn. Mîtîng bi xwendina Quranê dest pê kir.
Serokê giştî yê Huda Parê Zekeriya Yapicioğlu, di mîtîngê de xîtabî xelkê kir û wiha got: “Hûn di vê hilbijartinê de, ne tenê serokên belediyeyan, di eynî demê de hûn siberoja zarokên xwe jî dihilbijêrin.
Em xizmeta ji xelkê re, xizmeta ji bo Heqiyê dizanin. Em ê li ziman û dînê xwe xwedî derkevin. Digel vê, em ê xizmeta xelkê xwe yê ezîz jî bikin. Bi îznîllah nêzîk e ku roja edaletê li me hilê û li me ronî bike.”
Namzetê belediya bajarê mezin parêzer Mehmed Huseyîn Yilmaz jî, îfade kir ku Huda Par bi namzetên adîl û durust ketiye rê. Yilmaz wiha got: “Divê tu qanûn ne ziddî bawerîya xelkê be. Em Huda Par soz didin ku em ê li emanetê we, weke malê sêwiyan xwedî derkevin û tiştên we em ê bidin we.”
Namzetê belediya Farqînê Ebdurrehman Ortaç jî wiha got: “Em soz didin ku ger em qezenc bikin, em ê hemî kêmasiyên Farqînê temam bikin. Xelkê Farqînê rewşa niha heq nake. Xelkê navçeyê xizmetê heq dike.”
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.