Li Fatîhê 5 erebe şewitîn

Li Fatîhê 5 erebe şewitîn

Li Fatîha Stenbolê di erebeyekî de şewat derket û dû re jî belavê 4 erebeyên dinê bû û hemû erebeyan jî şewitîn.

Bûyer, li Kolana Kocamustafapaşayê qewimî.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, şofêrê erebeyê a bi plaqeya 34 GS 6448 dît ku di erebeya wî de dûman radibe, bi lez ji erebeyê peya dibe û alîkarîyê dixwaze.

Şewata ku derket di demeke kurt de temamê erebeyê şewitand û ji 4 erebeyên dinê yên ku parqkirîbûn re jî tesîr kir.

Ji ber sedema şewata ku derket teqîn pêk hatin.

Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Derheqê mirî an jî birîndaran de ti agahîyek neha belavkirin lê hemû erebeyan jî bûn wek xwelîyê. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.