Li Filîpîne Lehî

Li Filîpîne Lehî

Di Hadîseyên Hezaz û Lehiyan De 60 Kes Mirin.

Ev serê du hefte ye, barana Mûsonê li Filîpînê dibare. Ji ber baran û şiliya pir, hezaz diqewimin û lehî radibin. Li gor xeberan hat gotin ku li paytext Manîlayê, ji ber hadîseyên hezaz û lehiyê, hejmara miriyan gihaye 60î. Li welêt xisara maddî gelek e.

Tê gotin ku nîv milyon însan malê xwe terk kirine. Berpirsiyar beyan dikin ku nêzî 2 milyon û nîv kesan, ji ber hadîseyan zirar dîtine.

Hefta borî, ji ber barana Mûsonê, paytext di bin avê de mabû. Çem û cadde, di bin lehiya 6 metre bilind de mabûn. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.