Li Fîlîpînê Peyman
Cepha Rizgariya Îslamî û Hikûmeta Fîlîpînê Peymana Aştiyê Îmze Kirin
Muslumanên Moro ji bo azadiya dîn û herêma xwe, ev serê 40 saliye ku li ber hikûmeta Fîlîpînê mucadele dikirin. Heta niha zêdetirî 120 hezar kes hatibûn kuştin, 2 milyon kes jî malên xwe terk kiribûn.
Xeberan diyar kir ku di navbera hereketa cepha rizgariya Îslamî û hikûmeta Fîlîpînê de peymana aşîtiyê hatiye îmze kirin. Li gor peymanê li başûrê welêt, xelkê musluman xweseriyê bidest xistin û îdara herêmê dikeve destê muslumanan.
Peymana aşîtiyê li paytext Manîla li qesra serokatiya dewletê hat îmzekirin. Di heyama peymanê de, lîderê hereketa cepha rizgariya Îslamiya Moro El Hac Mûrad Îbrahîm, serekdewletê Fîlîpînê Benîgno Aquîno yê sisiyan amade bûn. Serekwezîrê Malezyayê Necîb Rezaq, serekê teşkîlata hevkariya Îslamî Ekmeleddîn Îhsanoğlû û hinek temsîlkarên sefaretxana Tirkiyê jî tevlî merasîma peymanê bûn.
www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.