LI FÎLÎPÎNÊ ŞER

LI FÎLÎPÎNÊ ŞER

Li gor xeberan hat diyar kirin ku li Filîpînê, di navbera hêzên eskeriyê û mensûbên hereketa Ebû Seyyafê de, şer qewimiye

LI FÎLÎPÎNÊ ŞER
DI ŞERÊ NAVBERA ORDÎ Û EBÛ SEYYAFÊ DE 16 KES HATIN KUŞTIN

Li gor xeberan hat diyar kirin ku li Filîpînê, di navbera hêzên eskeriyê û mensûbên hereketa Ebû Seyyafê de, şer qewimiye. Di şer de hejmara kuştiyan gihaye 16an.

Tê gotin ku hêzên eskeriyê dijminantiya muslumana dike, te’de li kesên dîndar dike. Ji ber vê yekê operasyona rast dike. Ebû Seyyaf jî doza avakirina Îslamê dike.

Ji hêla eskeriyê ve hat îddîa kirin ku eskerên ordiyê li bajarê Sûmîsîpê, li ser qempeke Ebû Seyyafê operasyon rast kir. Di şer de 4 mensûbên Ebû Seyyafê hatin qetil kirin. 8 esker jî hatin kuştin. Tê gotin ku ordîyê, eskerên teqwiye şandine herêma pevçûnê. Şer ji do de dewam dike.

Berî niha mensûbên Ebû Seyyaf, ji eskerên teqwiye 4 heb kuştibûn. Do di hadîseyên qewimî de, 3 esker û 2 mensûbên Ebû Seyyaf birîndar bûbûn.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.