Li Fîlîpînê Tofan

Li Fîlîpînê Tofan

Ji Ber Şilî û Tofanê Zêdetirî 475 Kes Mirin

 Li Fîlîpînê serê çar roja ye ku bager û tofan diqewime. Ji ber şilî û tofanê, hejmara kesên mirî, bi ser 475an ket. Zêdetirî 400 kes jî winda ne. Tê guman kirin ku hejmar zêdetir bibe. Berdevkê Hikûmetê diyar kir ku, li başûrê welêt li herêma New Batanê, tesîra şilî û lehiyê zêdetir e. Merkeza Afetê da zanîn ku li gelek herêma mirin û winda qewimîne.

Li Fîlîpînê, îsal tofana herî şedîd vê bagera Bopha ye. Ji ber bagerê, du bajar bê elektrîk mane. Li hinek deveran jî, hezaz diqewimin. Zêdetirî 150 hezar hatine tahliye kirin û di stargehan de hatine bicîh kirin. Seferên teyaran betal bûne. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.