Li Fransa di şeva sersalê de hezar wesaît hat şewitandin
Wezareta Karûbarên Hundir yê Frensayê destnîşan kir ku di şeva sersalê de li giştiyê welêt herî hindik hezar wesaît hatiye şewitandin.
Li giştiyê Frensayê di seva sersala mîladî de di bûyerên ku di şeva sersalê de qewimîne de herî hindik hezar wesaît hatiye şewitandin û bi sedan kes hatine binçavkirin.
Li gor daxuyaniya ji teref Wezareta Karûbarên Hundir yê Frensa yê ve hat kirin de hat îfadekirin ku: “Di sersalê de li giştiyê welet wesaîtên hatine şewitandin her çiqas neyê qebûlkirin jî hê jî bûyerên bi vî awayî dewam dikin. Heta niha li giştiyê welêt herî hindik hezar wesaît hatiye qûndax kirin.
Di sala borî de di jî şeva pîrozbahiyê sersala mîladî de 935 wesaît hatibû şewitandin. Tê îfade kirin ku ev hejmara îsal derketiye hezarû 31ê. Hejmara kesên hatiye binçavkirin jî sala borî 456 kesbûn îsal derketiye 510 kesan.
Li devera Champîgny-sûr-Marne ya Parîsê di bûyerên derket de êrîşî 2 polêsan hatibû kirin.
Di şeva sersalê de li giştiyê Fransayê 140 hezar wezîfedarên zêde yên ewlehiyê wezîfe kiribûn.
Li Firansayê di şeva sersalê de herî zêde li qiraxa bajaran û li navendê pişesaziyên bajarên mezin wesaît hatin şewitandin. Ji sala 2000 vir ve hatiye tesbîtkirin ku her şeva serê salê ji hezar wesaîtî zêdetir wesaît hatin şewitandin û ev hejmara di salên 2014-2015an de daketibû bin hezarî.
Desthilatdarên Cepheya rast ya şovenîst ya (FN)ê pertek nişanî hejmara îsal da û îdîa kir ku Wezîrê Karûbarên Hundir yê nû Bruno Le Roux hejmara rast vedişêre û îfade kirin ku kesên rayedar tedbîrê hewce nestendine.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.