Li Fransayê di sala 2023yan de 5 hezar mirov ji germana mirine

Li Fransayê di sala 2023yan de 5 hezar mirov ji germana mirine

Ajansa Tenduristîya Netewî ya Fransayê, diyar kir ku li welat sala borîn di demsala havînê de ji 5 hezaran zêdetir mirov ji ber germana canê xwe ji dest dane.

Di daxuyanîya ku ji teref Ajansê ve hat belavkirin de hat îfadekirin li welat par 4 merhaleya hewaya germ hatîye derbaskirin.

Hat destnîşnakirin ku hejmara mirovên ku ji ber merhaleya germê mirine hezar û 500 kes in.

Hat ragihandin hejmarê mirovên ku di navbera 1ê Hezîranê û 15ê Îlona sala 2023yan de mirine jî ji 5 hezarî zêdetir e.

Hat îfadekirin ji germê yê herî zêde îxtîyar zerarê dîtine. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.