Li Fransayê weqayên covîd-19ê zêde dibin

Li Fransayê weqayên covîd-19ê zêde dibin

Berdevkê hikumeta Fransayê Olîvîer Veran daxuyand, di nav çend rojên dawîn de di weqayên Covid-19ê de zêdebûn heye.

Veran, di daxuyanîya ku piştî civîna Sazîya Wezîran kir de destnîşan kir ku, di nav çend rojên dawîn de weqayên covîd-19ê û sermayê de zêdebûn hat dîtin û welat ji epîdemîsîya bronşîtê derbas dibe.

Veran diyar kir ku di dîtina weqayên Covîd-19ê de li gorî hefteya borî ji sedî 40 zêdebûn heye.

Serokwezîra Fransayê Elisabeth Borne, di axavtina xwe ya ku li Meclîsê kir de ji welatîyên xwe re bang kir ku bila pir xwe nêzê hev nedin, mirovên ku ji sermayê re û ji nexweşînê re ziîfin û mirovên di otobûs û erebeyên ku nav bajêr de ne jî bila maskeyên xwe bidin ber pozên xwe.

Li welêt, tê endîşekirin ku heta dawîya salê şopa 9emîn dest pê bike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.