Li Geverê Şer
5 Esker Brîndar Bûn
Şerê di navbera esker û mensûbên PKKê de yê li herêma Colemergê giha roja dehan. Şer bi piranî li hêla Şemzînan dewam dike. Do jî li çola navçeya Geverê, di şer de 5 esker birîndar bûn. Eskerên birîndar bi helîkopteran anîn nexweşxana Wanê.
Li aliyê din li Sînopê qezayek dilsoj qewimî. Wesaîta giran ya ku vînç hilgirtibû, di rê de frêna wê diteqe. Wesaît ji kontrolê derdikeve. Ji ber vê yekê, vînç diqelibe. Lê mixabin di heyama ketinê de, li ser otomobîleka ku di ber wan re derbas dibû dikeve. Heft kesên di otomobîlê de can didin.
(Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.