Li Ğezzeyê Dozde Kes Şehîd Bûn
Dewleta Terorê Îsraîl ji do ve bi bal Ğezzeyê ve êrîşên hewayî dike.
Dewleta Terorê Îsraîl ji do ve bi bal Ğezzeyê ve êrîşên hewayî dike. Di bombebarana Siyonîstan de, serekê Leşkerên ‘Izzeddîn El Qessam û yazde kesên din şehîd ketin û 100 kes jî birîndar in.
Li gor çavkaniyên ji Nexweşxaneyên Filistînê, di nav kesên şehîd de zarokek jî heye. Ji birîndaran 12 kes jî birînên wan giranin. Rayedarên Filistînî beyan kirin ku artêşa Îsraîl zêdeyê 30î êrîşên hewayî bi bal Ğezzeyê ve kirine û du tesîsên perwerdehiyê yên Hemasê jî îsabet sitendine.
Di êrîşên teyarên f-16 yên siyonîst îsraîl, helîkopter û teyarên bê însan jî tevlî dibin de li bajar teqînên mezin çêbûn.
Berdevke Wezareta Sihhetê a Ğezzeyê beyan kir ku heya niha di êrîşan de 12 kes şehîd ketine û 13 kes jî birîndarê giran in. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.