Li Goganê bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin

Li Goganê bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Gogana Xelfetiyê bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin.

Beraname bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir û axavtina silavdayînê ji teref Temsîlkarê Xelfetiyê yê Platforma Evîndarên Pêxember  Seîd Esen ve hat kirin.

Mela Evdilbarî Çelîkê ku wek axavtvan beşdarî bernamê bûbû di derheqê girîngiya rojevê de axavtinek kir. Çelîk di axavtina xwe  ya ku kir de qala edalet û heqiya Hz. Muhammed kir.

Çelîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir Hz. Muhammed ji bo tesîskirina edalet û heqiyê hatiye şandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xweda erd û asîmanan bi heqiyê afirandiye. Xweda dîsa tav, deşt, çiya, behr, bajêr û gundan bi heqiyê  afirandiye. Xweda 124 hezar pêxemberî bi heq afirandiye û Hz. Muhammed bi heq ji me re şandiye. Pêxemberê pêxemberek adil bû.  Li ba wî feqîr û dewlemend, azad û êsîr, bajarî û gundî wek hev bin.  Ew edaleta Xweda li ser rûyê erdê belav dikir. Weke ku Xweda jê re emir kiribû li însanan dinihêrt û ji me dixwast ku em adil bin.”

ÎLKHA











HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.