Li Guantanamoyê Greva Birçîbûnê

Li Guantanamoyê Greva Birçîbûnê

Emrîka li ser navê herba bi terorîstan re, baregeha Gûantanamoyê di 11ê Çileya 2002an de, xistibû fealiyetê.

Emrîka li ser navê herba bi terorîstan re, baregeha Gûantanamoyê di 11ê Çileya 2002an de, xistibû fealiyetê. Feqet tê de îşkence dike, mehkemekirin zêde dirêj dibe, di vepirsînê de teknîkên wehşiyane tên bikar anîn. Wezîfedaran dest da bûn ser Quran û kitêb û eşyayên mehkûman. Li ser wan neheqiyan, girtiyên musluman dest bi greva birçîbûniyê kirin. Hat gotin ku rewşa hinek mehkûmên di grevê de dijwar e.

Parêzerên mehkûman îfade kirin ku, rewşa hinek mehkûmên di grevê de ber bi xerabiyê ve diçe û ketiye derenca qirîtîk. Li gor agahiyan, xwîn ji qirêka hinek mehkûman tê û hinek jî hişê xwe winda dikin.

Hat gotin ku nêzî 130 mehkûmên musluman ketine grevê, çend heb kesên yextiyar û pir nexweş neketine grevê. Îdara hepsê ketina grevê tesdîq kir. Feqet îddîa kir ku, tenê 9 mehkûm ketine grevê û ji wan li 5 heban bizorê xwarin tên dayîn. Li hepsa Gûantanamoyê 166 mehkûm dimînin. Hema nêzî hemî jî musluman in û ji rojhilat in. Mehkûm di 2005an de jî ketibûn grevê, feqet wezîfedarên hepsê bizorê xwarin bi wan dabû xwarin.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.