Li Gund û Beldeyan Mewlûda Pêxember

Li Gund û Beldeyan Mewlûda Pêxember

Ehlê gund û beldeyan jî, bi coş û şahiya mewlûda pêxemberê me, salvegera wîladeta Hz. Resûlûllah pîroz dikin. Di dawiya vê hefteyê de, li gelek gund û beldeyan bernama mewlûdê hatin lidarxistin.

Li beldeya Darasora Mûşê, li Tepêya Bismil, li gundê Girherîna Mêrdînê, li Bölmeçaliya Payîzavayê, li gundê Şadvana Westana Wanê, li gundê Bilêdera Batmanê, li Şîrnan û Koskoy û Kadimadraka Çabakçûrê, li Çîmlihoyuka Erğanî û li gundê Hemzeyna Kehtaya Semsûrê, bernameyên mewlûda Pêxemberê me, bi teweccûhek mezin hatin lidarxistin.

Ehlê gund û beldeyan bi tekbîr û selewatan, tevlî bernameyan bûn. Ji gundên der û dor jî gelek kes beşdar bûn. Nexasim qîz û jin, zêdetir bûn. Bername bi xwendina Quran û mewlûdê dest pê kirin. Hunermend û grûbên qîzên biçûk yên îlahiyan, ehlê gundan coş kirin. Di bernameyan de alim û seydayan, li ser eşq û heyata pêxemberê me sohbet û xeberdan kirin. Li gelek deveran cara ewil bername dihatin lidarxistin.

Li beldeya Darasora Mûşê Mela Kerbela Şanli, li Tepê nivîskar Ozkan Yaman û Mela Munîr Şanli, li Şîrnana Çabakçûr îlahiyatvan M.Elî Kizilboğa, li Girherînê Mela Fesîh Memîş û Mela Îsmaîl Çevîk, Li Bolmeçaliya Payîzavayê Mela Ebdurrehîm Tîmûrtaş, li Şadvana Westanê dîsa Mela Ebdurrehîm Tîmûrtaş, li Bilêdera Batmanê Mela Şêxmûs Emluk û Faysal Yaman, li Koskoya Çabakçûrê Mûsa Apûhan û mela Sahab Korkûtata, li Uçkuyulara Diyarbekir Mela Receb Ozkîşî, li Çimlihoyuka Erğanî Mela Celal Bozdaş, li Kadimadraka Çabakçûrê nivîskar Îbrahîm Dağilma û îlahiyatvan Mela Sahab Korkûtata, li Hemzeyna Kehtayê Mehmet Aydin, li ser heyata pêxemberê me xeber dan. Di peyva xwe dan zanîn ku Hz. Resûlûllah di heyata dinyê de tek rêberê azadî û xelasiyê ye. Şexsiyet û qedr û qîmeta jinan, bi dînê Îslamê hatiye parastin. Îro hewce ye ku musluman hz Pêxember, ji xwe re tam bikin nimûne û li gora şîretên wî bimeşin. Bername bi xwendina dûayê qediyan  (Bangaheq)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.