Li Gundan Coşa Mewlûdê
Bi munasebeta salvegera wîladeta pêxemberê me, bernameyên mewlûdê, li gund û navçe û bajaran, bi coş û teweccuhek mezin dewam dikin.
Bi munasebeta salvegera wîladeta pêxemberê me, bernameyên mewlûdê, li gund û navçe û bajaran, bi coş û teweccuhek mezin dewam dikin. Li hinek gundên Diyarbekir, Mêrdîn, Batman, Wan û Îzmîrê, ji teref platforma evîndarên pêxember bername hatin lidarxistin.
Li Wanê li gundan îsal cara ewil e ku bername tên lidarxistin. Li gundên Kurdîkan, Alakoyê û Qeregunduzê, bi coş bernama mewlûdê hatin lidarxistin. Pey xwendina Quran û mewlûdê, Grûbên îlahiyan, îlahiyên xwe hunirandin. Li Kurdîkanê mûxtar Ekrem Ozbakiş, xeberdana destpêkê kir. Seyda Ebdurrehîm Tîmûrtaş, li ser heyata pêxemberê me xeber da. Diyar kir ku pêxemberê me ji aleman re bi rehmetî hatiye şandin. Li Alakoyê jî Nîhat Tay xoca peyivî. Li Qeregunduzê li hewşa camiya gund bernama mewlûdê hat rastkirin. Nexasim jin û qîzan teweccuhek mezin nîşan dan. Melayê gund Şeref Ayna û Hamît Boğukşayan xeber dan. Pey xwendina dûayê bername qediyan.
Li Îzmîrê li gundê Şehît Kemala Alîağayê cara ewil e ku, bernama mewlûdê lê tê rastkirin. Gundiyên der û dor bi coş tevlî bernamê bûn. Mûfîd Yaray û Hecî Şanî xeber dan. Grûb Şuheda û grûba qîzan ya îlahiyan, îlahiyên xwe hunirandin.
Her wiha li gundê Metmûra Egîlê Mela Celal Bozdaş, li Girêsîra Batmanê nivîskar Faysal Yaman, li Embara Bismil Mela Enwer Kiliçaslan û Mela Mahmût Kiliç, li Zioka Dêrikê Îsmaîl Çevîk xoca li ser eşq û doza hz Resûlûllah xeber dan. Millet teweccuhek mezin nîşan da. Tekbîr û selewat qut nebûn. Mewlûda şerîf û îlahiyên zarokan millet coş kir. Gundiyan li mêvanan xwarin belav kir. Bername bi xwendina dûayê qediyan.
Li beldeya Gurbuzê jî, bi alîkariya Komela Îrşad-Derê bi tevlîbûna gundiyên der û dor, bi coş bernama mewlûdê hate lidarxistin. Pey xwendina Quran û mewlûdê û hunirandina îlahiyan, Yasîn Karadağ xeber da. bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.