Li Gundan Coşa Mewlûdê

Li Gundan Coşa Mewlûdê

Milletê aşiqê pêxember, bi cezb û coş baz didin mewlûda pêxember. Hem li bajar û navçeyan hem jî li belde û gundan coşa Mûhammedî didome.

Milletê aşiqê pêxember, bi cezb û coş baz didin mewlûda pêxember. Hem li bajar û navçeyan hem jî li belde û gundan coşa Mûhammedî didome.

Li gundê Kartilbeya Kahtayê, bi teweccuhek û tevliyeke mezin bernama mewlûdê hate lidarxistin. Pey tîlaweta Quranê û xwendina mewlûdê, Hasan Farûk xeber da. Hunermend û zarokên biçûk îlahiyên xwe hunirandin. Bername bi duayê qediya.

Gundê Simaqiya Bîrecîkê jî bi mewlûdê coş bû. Mûstafa Soylû tîlaweta Quranê kir. Pey silavdana Seîd Esen mewlûd hate xwendin. Zarokên qîz û kurên biçûk îlahî hunirandin. Emîn Baytar Xoca û Mufîd Yaray li ser heyata pêxemberê me xeber dan. Pey îlahiyan bername bi duayê bi dawî bû.

Li gundê Bayirliya Samsatê bernama mewlûdê bi xwendina Quranê dest pê kir. Pey mewlûd û îlahiyan serekê Çağri-Derê Mehmet Aydin peyivî. Bername bi îlahî û duayê bi dawî bû.

Her wiha li beldeya Doğankenta Yureğîra Edenê, li ber camiya merkezê bernama mewlûdê hate lidarxistin. Di bernamê de Quran û mewlûd hatin xwendin, îlahî, merş û helbest hatin hunirandin. Millet teweccuhek zêde da mewlûdê. Tekbîr û selewatên xwe qut nekirin. Mela Ehmed Kizilboğa bi Tirkî û zazakî li ser heyata pêxemberê me xeber da. Ji heyata eshaban hinek nimûne pêş kirin. Zarokên biçûk û hunermendan millet coş kir. Bernama ji zarê Selaheddîn Yenîay xocê ve bi xwendina duayê qediya. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.