Li Gundan Coşa Mûhammedî
Li gelek gund û navçeyan coşa bernameyên mewlûda Mûhammedî dewam dikin.
Li gelek gund û navçeyan coşa bernameyên mewlûda Mûhammedî dewam dikin.
Li gundê Mîrzabega Bismilê, bernama mewlûdê hate lidarxistin. Pey xwendina Quranê Mela Bûrhan Kiliçaslan xeberdana destpêkê kir. Dûre mewlûd hate xwendin. Hunermend û zarokên biçûk bi îlahiyên xwe ehlê gund coş kirin. Mela Beşîr Şîmşek bi Kurmancî behsa heyata pêxemberê me kir. Bername bi xwendina duayê qediya.
Li gundê Sarikavaka Çamliyaya Mêrsînê bernameyek hate lidarxistin. Pey xwendina Quran û Mewlûdê, îlahî hatin hunirandin. Îsa Emre xeber da. Bername bi duayê bi dawî bû. Dîsa li navçeya Akdenîza Mêrsînê li mehela Çîlekê bernameyek din hate lidarxistin. Di bernameyê de dîsa Îsa Emre xeber da. Îfade kir ku xelasî bi pêgirtiya hz Resûlûllah e. Îlahî û helbestên hunermendan millet coş kir.
Her wiha li gundê Hedhedka Qobînê jî coşa mewlûdê hebû. Mela Bûrhan Kiliçaslan xeberdana destpêkê kir. Pey îlahî û merşan, Şêxmûs Emluk di heqê gotin û siyera pêxemberê me xeber da. Bername bi xwendina duayê bi dawî bû.
Li hêla Edenê jî li beldeyên Sarihamzaya Seyhanê û li Sofûlûya Sariçamê bernameyên mewlûda Pêxember hatin lidarxistin. Pey xwendina Quran û mewlûdê îlahî û merş hatin hunirandin. Hunermend û zarokên biçûk millet coş kirin. Tekbîr û selewat qut nebûn. Li her dû beldeyan jî, îlahiyatvan Mehmet Emrê li ser heyata pêxemberê me û eshabên wî xeber da. Bername bi xwendina duayê bi dawî bûn. bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.