Li gundên Çinarê şewatek mezin derket

Li hinek gundên Çinarê di zeviyan de şewatek mezin derket.

Li navçeya Mazîdagi (Şemrex) ya Mêrdînê û navçeya Çinarê (Xana Axpar) ya Amedê li du herêmên cuda şewat derket.

Hat diyarkirin ku ji ber bandora bayê şewat li qadên berfireh belav bûye û li gelek cihên gundan jî şewat derketiye.

Gelek ekîbên tenduristiyê, polês û agirkujiyê sewqî herêmê hatin kirin, mudaxaleya ekîban dewam dike.

Hat diyarkirin ku ji ber şewatê heta niha cenazeyên 3 kesan ku 2 jê ji gundê Tobinîyê ya Çinarê û yek jî ji gundê Herberê ne hatine dîtin û gelek birîndar û winda hene.

Hate hînbûn ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane 2 gundiyên bi navê Îsmaîl Yardimcî û Mehmet Buğdaycî ne.

Digel ku fikar heye ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe, şêniyên herêmê destnîşan kirin ku ji bo vemirandina agir mudaxeleya hewayî pêwîst e.

Şahidên bûyerê diyar kirin ku li herêmê cara ewil bûye şahidê şewateke mezin a bi vî rengî.

cinar.jpg

1.jpg

1-001.jpg

2.jpg

3.jpg

4.jpg

5.jpg

HABERE YORUM KAT

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.