Li Hamayê Qetlîam
Însanên Li Ber Firinê Di Rêzê De Bûn, Bomba Bi Ser Wan De Bariya
Teyareke ordiya Sûriyê ya herbê ya tîpa mîgê, li Halfaya navçeya Hamayê, bombe bi ser însanên ku ji bo nan li ber firinê di rêzê de bûn barande. Di hadîseyê de bi kêmanî 100 kes hatin qetil kirin, bi sedan kes jî birîndar bûn. Di hadîseyên li seranserê Sûriyê de, zêdetirî 200 kes hatin kuştin.
Hat îfade kirin ku firina han, li qezê firina tenê ye. Gava kû êrîş hatiye rast kirin, bi sedan kes ji bo nan di rêzê de bûne. Piştî êrîşê, meydan bû gola xwînê. Tê gumankirin ku hejmara kuştiyan zêde bibe. Millet kesên birîndar, bi îmkanên xwe rakirin nexweşxana sahrayê.
Li gor agahiyan, navçeya Halfayê, hefteke berê ketiye bin dest û kontrola muxalîfan. Li qezê rewşa însanî pir xerab e. Elektrîk tuneye, malzemên ğidayê peyda nabin.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.