Li Hawaîîyê di şewatan de ji 850 kesan xeber nayê girtin

Li Hawaîîyê di şewatan de ji 850 kesan xeber nayê girtin

Hat daxuyandin ku di şewata li Hawaîîya Emrîqayê de hejmarê mirîyan derket 114 kesan û ji 850 kesan jî xeber nayê girtin.

Piştî şewatên li Girava Mauîya wîlayeta Hawaîîyê, di taxên ku bûne wek xwelîyê de lêgerîna cenazeyan berdewam dike.

Serokê Şaredarîya Giravê Richard Bissen, got ku ji ber şewata ku di 8ê Tebaxê de pêk hatibû hêj ji 850 kesan xeber nayê girtin.

Bîssenê ku diyar kir di şewatê de 114 kesan mirine ji wan jî nasnameya 27 kesan hatine tespîtkirin.

Tê îfadekirin ku ji ber mezinahîya şewatê ew ê dîtina windayan û teşhîskirina wan wexteke dirêj bigre.

Li Girava Mauîyê nêzê 35 hezaran însan dijîyan. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.