Li Hêla Colemêrgê Şer
Di Şer De 5 Esker û 10 Pkkyî Hatin Kuştin
Li Hêla Colemêrgê Şer
Di Şer De 5 Esker û 10 Pkkyî Hatin Kuştin
Li hêla Colemêrgê şerê di navbera esker û PKKê de nasekine. Do li hêla Şemzînan li herêma Robarokê li newala Siloyê, di hadîseyên şerê di navbera esker û PKKê de usteğmenek, astsûbayek û 3 ûzman çawîş hatibûn kuştin.
Îro jî li hêla Robarok û newala Kazanê di şer de 10 PKKyî hatin kuştin. Li navçeya Çelê jî 2 PKKyî xwe berdestî hêzên ewlehiyê kirin. Operasyonê eskeriyê bi alîkariya teyarên bê însan û helîkopteran tên kirin.
Li Şirnexê li navçeya Qilebanî, di heyama derbasbûna wesaîta eskeriyê de mayin teqiya. Di hadîseyê de eskerek birîndar bû. Li ser hadîseyê operasyon dest pê kir.
Xelkê herêmê ji ber operasyon û pevçûnan gilîkar e. Lewra şerê diqewimin, xisarê dide millet. Dewlet û PKK li ser menfîet û amancên polîtîkayên xwe tevdigerin. Maddî me’newî kesên şerpeze dibin û xisarê dibînin xelkê herêmê ye. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.