Li Helebê 16 Kesên Înfazkirî Hatin Dîtin
Li Heleba Sûrîyê li ber çemê Kûweykê, cesedên 16 kêsên înfazkirî hatin dîtin. Hat gotin hemî jî însanên mezin in.
Li Heleba Sûrîyê li ber çemê Kûweykê, cesedên 16 kêsên înfazkirî hatin dîtin. Hat gotin hemî jî însanên mezin in.
Aktîvîstên mehelî beyan kirin ku, li ber Çemê Kûweykê li dora herêma Besatîn Kûsûrê, van cesedên han hatine dîtin. Li ser huviyet û naskirina wan xebat didomin.
Xelkê herêmê îfade dikin ku piştî kesên girtî hatine înfazkirin wan avêtine çem.
Li aliyê din mûxalîfan beyan kirin ku, ordiya Sûriyê li Hûmûsê li deverên mîna Xalidiye, Bab Hûd, Safsafiye, Meskûf, Bab Tedmûr û Bab Direybê yên ku mûxalîf lê xurt in, dest bi operasyonên bejayî û hewayî kirine. Ji ber roket û hawanan, gelek mal xerabûne, ji bin kavilan gelek cesed derxistine.
Her wiha mûxalîfan diyar kirin ku, li herêma Gûta Rohilata Şamê, nêzî 500 esker dev ji eskeriya xwe berdane û tevlî mûxalîfan bûne û li deverên ewle dimînin.
Mûxalîfan diyar kirin ku, li deverên ku mûxalîf lê xurt in, ceryan tune ye, telefon û înternet qutkirî ne. Ji ber vê yekê nikarin pêdiviyên xelkê yên mîna ğidayê bi rihetî temîn bikin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.