Li Helebê Bombe Dibarin

Li Helebê Bombe Dibarin

Hêzên Esed Bi Tanq û Topan Bajêr Bombardiman Dikin

 Ordiya Esed, bi tanq û topan, bi teyaran êrîşî bajarê Helebê dike. Heleb di bin bombardimanê de ye. Heleb jî mîna bajarê Şamê  girîng e.  Hêzên Esed ji bo Helebê ji dest nedin, giraniya xwe dane ser bajêr. Dengê tanq û topan, bombardiman û dûxan li ser Helebê kêm nabe. Do di êrîşan de zêdetirî 100 kes hatin kuştin.

Li gor xeberan hat gotin ku do hêzên ordiya Esed, piştî nimêja înê êrîşî millet kiriye. Gelek kes hatine kuştin. Zêdetirî 10 tanq ketine Helebê. Zêdetirî 100 tanq jî li herêma Selahaddînê hatine sekinandin. Li gelek bajaran di navbera ordiya Esed û muxalîfan de şer dewam dike.

Li aliyê din sekreterê giştî yê dewletên Yekbuyî Ban Kî Mûn, xwest ku îdara Esed, êrîşên xwe yên li xelkê sivîl bisekinîne. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.