Li Helebê Qetlîam: Nêzî 100 Kes Hatine Înfazkirin

Li Helebê Qetlîam: Nêzî 100 Kes Hatine Înfazkirin

Do ji Helebê xeberên qetlîamekê hatin weşandin.

 Do ji Helebê xeberên qetlîamekê hatin weşandin. Li herêma Qesra Bostanê, di çemê Kûweykê de cesedên nêzî 100 kesî hatin dîtin. Van kes, destê wan ji paş ve girêdayî û bi awayî gulle bera serê wan dane, di nav çem de hatin dîtin. Tê gotin ku di nav wan de xortên biçûk jî hene.

Li ser hadîseyê muxalîf û hêzên zalimê Esed, hev û din sûcdar kirin. Kesên xeberê weşandin, ji hêla muxalîfan e û tê gumankirin ku, hejmara kuştiyan zêde be. Şahidên hadîseyê dest nîşan dan ku, di bedena kesên kuştî de şopên îşkencê jî hene.

Tê îddîa kirin ku, kesên kuştî mehkûmên ku, di destê rejîmê de girtî bûne. Çendakî berê muxalîfan girtibûn ser hepsa Îdlîbê, û bi sedan mehkûm xelas kiribûn. Mehkûmên xelaskirî, hiskirina xwe ji muxalîfan re nîşan dabûn.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.