Li Helepçe û Sileymaniyê bi sed hezaran xwendevan bûn mexdûrê ‘grevê’
Hewlêr - Li bajarên Helebçe û Sileymaniya Kurdistana Başûr ji ber greva mamosteyan ji zêdetirî 500 hezar xwendevanî neketin îmtîhanê.
Ji ber ku meaşên mamosteyan nehat dayîn li Helebçe û Sileymaniya Kurdistana Başûr mamosteya grev dan destpêkirin. Ji ber greva mamosteyan ji zêdetirî 500 hezar xwendevanên ku li Helebçe û Sileymaniyê dixwandin neketin îmtîhanê.
Di derbarê mijarê de ji teref Wezîrê Perwerdehiyê yê Kurdistana Başûr Piştîwan Sadiq ve daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn Piştîwan Sadiq destnîşan kir îro li Hewlêr û Dihokê îmtîhanên heyama yekemîn a mekteban dest pê kiriye û ji zêdetirî milyonek xwendavanî beşdarî îmtîhanê.
Sadiq di berdewama axavtina xwe de di derbarê rewşa Helebçe û Sileymaniyê de destnîşan kir li Sileymaniyê tenê li mektebên taybet îmtîhan hatiye kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji 700 hezar xwendevanên li bajêr tenê 100 hezar xwendevan ketne îmtîhanê. Me bi Midûrê Perwedehiyê yê Sileymaniyê re hevpeyvînek kir. Ji me re gotin ku ji bo îmtîhan karibin bên kirin wanan projeyek amade kirine û hewil didin îmtîhanan bikin.”
Her weke ku dê bê bîran li Kurdistana Başûr di serî de li bajarên Sileymaniye û Helebçeyê ji ber ku maaşên mamosteyan nehatibû dayîn boykot dest pê kiribû û xwepêşan hatibûn lidarxistin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.