“Li hember reşkirinanbersiva herî xweşik xelkê me daye”

“Li hember reşkirinanbersiva herî xweşik xelkê me daye”

Alimên ku li Êlihê beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz a ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat tertîpkirin bûn destnîşan kirinli hember reşkirinanbersiva herî xweşik xelkê me daye.

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Êlihê bernameya Wîladeta Pîroz a bi mijara ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ hat tertîpkirin. Alimên ku beşdarî vê bernamê bûn di derheqê bernameyê de hest û ramanên xwe anîn ziman û diyar kirin li hember reşkirinan  bersiva herî xweşik xelkê me daye.

Serokê Îttîhadul Ulemayê Mela Enver Kiliçarslan destnîşan kir li Êlihê berî vê 10-15 salan ev cûr bername di salonên girtî de dihatin tertîpkirin  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xweda dê wan kesên Hz. Muhammed taqîb bikin  him li vê dinyayê û him jî li axretê ezîz bike.”

Kiliçarslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir Platforma Evîndarên  Pêxember bi çend kesan û di salonên girtî dest bi van bernameyan kiribû. Kilinçarslan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îro hemd ji Xweda re ji ber ku meydan têra wan nakin meydan tijê dibin. Ne tenê ji  ev camîa  bi heman awayî camiayên din ên Îslamî, hetta hikûmet, devlet û serokê dewletê  teşwîqan dikin û bernameyan didin tertîpkirin da ku pêxember bidin hezkirin. Elhamdulîllah xebatên vê camiayê netîce dan. Îro di dilên bi hezaran pîrek, qîz, ciwan  û kesên  îxtiyar  de hezkirina pêxember wasitaya  van bernameyan  bi cî bûye. Em bi vê tablo îftîxar dikin û ji Xweda re şikir dikin.”

 “Kî riya Hz. Muhammed taqîb bikin dê him li vê dinyayê û him jî li axretê ezîz bike”

Kiliçaraslan dçi berdewama axavtina xwe de diyar kir hinek kes tehemûl nakin ku Misliman hişyr bibin û dû re wiha li axavtin xwe zêde kir: “ Ev kesên ku tehemûl nakin ku Misliman hişyar bibin dihesûdin. Qaşo Misliman in û rengên wan Misliman xuya dike û ji wan were Îslamiyetê weke ku ew tenê dizanin. Ev cehalet e û çewtiyeke mezin e. Bi rastî jî her kesê ku  aşiqê Îslamê be, kî doza Îslamê bide domandin ew birayê me ye û li ser serê me cihê wî heye. Lê em hinek însanan dibînin dema ku hinek kes di warê xizmetên Îslamî de didin pêşiyan wan li wan dihesudin. Wellahî kesên ku li dijî van xebatên Îslamî û  Wîladetên Pîroz bin dihesûdin. Ev yek ne Îslamî şeytanî ye.”

 “Kesên ku bi Hz. Pêxember re bin di riya rast de en”

Mela Zekî Bîlgînê ku ji alimên heremê ye djî di derbarê mijarê de destnîşan kir wîladeta Hz. Muhammed di alema Îslamê de xwedî cihekî girîng e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hatina dinyayê ya Hz. Muhammed bûye wesîleya hatine bereketê. Kesên ku di anv çewtiyan de bûn bi wasitaya Resûlê Xwedê ji temamê tiştên pîs û neqenc dûr ketin. Kesên ku bi Hz. Pêxember re bin di riya rast de ne. Kesên ku bi pêxember re ne li hember hev bi şefqet û li dijî kafiran jî bi şiddet in. Hatina xelkê Êlihê ya Wîladeta Pîroz ji îmana kamil e.  Hatina pêxember ya li dinayayê ji teref Mislimanan ve bi şiklekek herî baş tê pîrozkirin.  Muhabbeta van însanên ku hatine vê derê  li hember Hz. Muhammed heye. Xweda ji van însanên ku ji vê bernamê re bûne wesîle razî be.”

“Li hember reşkirinan  bersiva herî xweşik xelkê me daye”

Endamê Lijneya Birêveberiya Îttîhadul Ulemayê Mela Abdulqudus Yalçin jî di derbarê mijarê de diyar kir ev taloya li meydanê nîşan dike ku Êlihî û nexasim jî xelkê Kurd gîrêdayî dînê xwe ne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Digel ku gelek leytik li ser vî milletî hatin leystin da ku ji Îslamê dûr bikeve dîsa hemd ji Xweda re ku bi ser neketin. Vaye ev qelebalix û ev tablo ji vê yekê re şahid e. Xelkê me dîndar e. Em di van pêlên dawî de dibihîzin ku hinek kes ji van Wîladetên Pîroz re dibêjin projeyên FETO ne. Li hember reşkirinan  bersiva herî xweşik xelkê me daye.”(ÎLKHA)




















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.