Li hember tehdîda rejîma îşxalker a siyonîst a ji bin avkirina tunelan re HAMASê bersiv da

Li hember tehdîda rejîma îşxalker a siyonîst a ji bin avkirina tunelan re HAMASê bersiv da

Berdevkê HAMASê Usame Hamdan got ku tunelên ku berxwedanê çêkiriye ji her êrîşê re amade ne.

Hinek rayedarên Emrîqayê diyar kirin ku rejima terorîst plan dike ku tunelên li Xezzeyê biavêje.

Berdevk Hemdan der bare siyonîstên îşxalker da ku tunêl bi ava behrê tijî kirine daxuyani da û destnîşan kir ku tunel bi awayê herî baş hatine çêkirin û li hemberî êrîşan amade ne.

Hemdan got, "Ev tunel parçeyek ji berxwedanê ne. Dema hûn di çarçoveya berxwedanê de tunelan çêdikin, divê hûn hemû encam û êrîşên ku ji îşxalê tênê hêvîkirin li ber çavan bigirin. Ez nikarim bibêjim ku metirsî tune ye, lê ez dikarim piştrast bikim ku metirsî hindik e û şervanên me, şervanên me yên azadiyê, dê bi rengekî ku bikarin ji encamên neyînî dûr bisekinin." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.