Li Hênê Komela Îrşad û Alîkariyê Îrşad-Der Hat Sazkirin
Li herêmê komelên Îslamî û alîkariyê di xizmeta me’newiyat û alîkariyê de cîhek muhîm digrin. Ji ber vê yekê, ji teref millet ve tên teqdîrkirin.
Li herêmê komelên Îslamî û alîkariyê di xizmeta me’newiyat û alîkariyê de cîhek muhîm digrin. Ji ber vê yekê, ji teref millet ve tên teqdîrkirin.
Li Hênê ya navçeya Diyarbekir komeleke perwerdehî, çand, sihhet, alîkarî û piştevaniyê bi navê Îrşad-Derê hat sazkirin û bi dua hat vekirin.
Parêzer M. Huseyîn Yilmaz, Mela Ebdussamet Yalçin û Muzaffer Karavîl Xoce jî tevlî merasîma vebûnê bûn. Merasîm bi xwendina Quranê dest pê kir. Dûre parêzer Huseyîn Yilmaz xeber da. Li ser xizmet û ehemmiyeta komelbûniyê sekinî. Da zanîn ku di Îslamiyet û me’newiyet û alîkariya millet û civakê de tesîra komelên Îslamî zêde û mezine. Pey re Mela Ebdussemed bi Kurdî li ser wezîfa emrê bi qenciyê û men’a ji xerabiyê peyivî. Hêvî kir ku komel di xizmetê de muwaffaq bibe. Paşî Muzaffer Xoca dua kir. Merasîm bi dayîna xwarina mewlûdê bi dawî bû.
www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.