Li Hepsan Perwerdehiya Îslamî Şert e

Li Hepsan Perwerdehiya Îslamî Şert e

Li Tirkiyê mehkûmên ku ketine hepsê ji sedî 30 dema tên berdan ji nû ve sûcan dikin û vedigerin hepsê. Vê yekê tîne ber hişan ku cezayên têne dayîn çiqas qeder men’a sucdaran ji sûcan dikin. Di demên dawî de di her hepsî de wezîfedarên dînî jî tên te’yîn

 Li Tirkiyê mehkûmên ku ketine hepsê ji sedî 30 dema tên berdan ji nû ve sûcan dikin û vedigerin hepsê. Vê yekê tîne ber hişan ku cezayên têne dayîn çiqas qeder men’a sucdaran ji sûcan dikin. Di demên dawî de di her hepsî de wezîfedarên dînî jî tên te’yîn kirin.

Dersên dînî ku wezîfedarên dîn didin, ji bo pêşî girtina sûcan û ku sûcdar dîsa venegerin hepsan gelek girîng tê dîtin.

Li gor Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Ceza Înfazê de, kesên têne tehliye kirin ji sedî sîh dîsa sûcan dikin û vedigerin hepsê.

Kesên ku ji nû ve dikevin hepsê bi piranî ‘umrê wan di navbera 15 û 20î de ne. Van kesan bi piranî bi sûcên esrar, ğesp an jî bi sûcên ku cezayê wan kine dikevin hepsê. Kesên ku van sûcan jî dikin bi piranî xortên ku li kolanan dimînin, ji dê bavê xwe dûrin an jî ji alî civakê ve dûr hatine xistin in.

Serekê Giştî Yê Diyanet-Senê Mehmet Bayraktûtar beyan kir ku: “Di hepsan de bi gelek kesan re tê xeberdan, sohbet û ders bi wan re tê kirin. Ji ğeyrî vê yekê Psîkoloğên pispor jî alîkariya mehkûman dikin. Wê wezîfedarên dîn û psîkoloğ bikevin pêşiyê ku mehkûmên bêne berdan ji nû ve sûc bikin, lewra mehkûm ji van dersan gelek kêfxweş in. Sucdarên ku van dersan distînin, piştî derketina ji hepsê wê dîsa venegerin hepsê.”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.