Li Herêma Kurdistanê kesek ji Coronavîrusê mir û 68 kes bi Coronayê ketin

Li Herêma Kurdistanê kesek ji Coronavîrusê mir û 68 kes bi Coronayê ketin

Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de  derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de  bi 68 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de  kesek ji ber vîrusê mir. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 3467 kesan; her wisa bi pêketina 68 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 105 hezar û 980 kesî.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.