Li herema Licê, Karaz û Hazro14 ton tiryak û gelek muhîmat hat bidestxistin
Hat ragihandin di operasyonên ku li çoltera Licê, Karaz û Hazro hat kirin de gelek zêde muhîmat hat bidestxistin û PKKyiyek jî hat kuştin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hatiye dayîn de hat ragihandin di operasyonên ku li çoltera Licê, Karaz û Hazro hat kirin de 14 ton tiryak, Keleşkofek, tifingek, 4 heb muhîmatê RPG-7, 4 heb fîşekên sewqê yên muhîmatê RPG-7an, 30 şarjor, hezar û 78 fîşek û gelek amûrên teqemenî û jiyanê hatin bidestxistin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin di encama operasyonan de PKKyiyek hatiye kuştin û 12 kes jî hatine binçavkirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.