Li Herêmê Germahî

Li Herêmê Germahî

Teqîn û Operasyon Qewimî, Hinek Kes Hatin Girtin

Li Colemêrgê li navçeya Geverê li Beldeya Bazargehê, piştî derbasbûna konvoya eskeriyê, qamyoneke bombekirî teqiya. Bi teqînê 2 kesên di wesaîteke din de ya ku di wir re derbas dibû, birîndar bûn. Wan rakirin nexweşxana  navçeyê. Li ser hadîseyê operasyon dest pê kir.

Li Diyarbekir, li ser 2 kesan 40 parçeyên teqînê hatin girtin. Her dû kes hatin binçavkirin. Li Wanê di riya navçeya Elbakê de 3 kes hatin girtin.

Hat îddîa kirin ku li Şemzînan jî PKKyiyek xwe berdestî hêzên emniyetê kiriye. PKKyî ji bo îfadeyê hate desteserkirin. (bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.