Li Hewlêrê Temsîlkariyê Vedike

Li Hewlêrê Temsîlkariyê Vedike

Têkiliyên Bakur û Başûrê Kurdistanê, piştî bazirganî û perwerdeyê, di warê tendurûstiyê de jî bi pêş ve diçin

Têkiliyên Bakur û Başûrê Kurdistanê, piştî bazirganî û perwerdeyê, di warê tendurûstiyê de jî bi pêş ve diçin.

 Hat gotin ku Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcleyê, ji bo nexweşên herêma Kurdistanê derman û tedawî bike, wê li Hewlêrê beşeke teybet ava bike.

 Gelek nexweşên herêmê ji ber îmkanên Bakur di salên dawî de berê xwe didin Amedê. Ji ber vê yekê îdara Nexweşxaneya Zaningeha Dîcleyê qirar da ku li Hewlêrê temsîlkariyekê bide vekirin.

Di vê derbarê de Serhekîmê Nexweşxaneya Zaningeha Dîcleyê,  Profesor Saîd Alan ji Rûdawê re wiha got: “Îmkanên Nexweşxaneya Zaningeha Dîcleyê li gorî yên nexweşxaneyên Rojhilata Navîn, gelek bi pêş ve çûye û operasyonên qelb jî, bi awayekî serkeftî têne kirin. Nexweşên Başûr bi piranî ji ber sedemên wekî êşa dil û qansêrê têne Nexweşxaneya Zaningeha Dîcleyê.”

                              BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.