Li Hezexa Şirnexê Qeza Trafîkê
Wasîteya ku şifirê wî Rahmî Akgul bû û li ser rêya Mêrdîn û Midyadê bi bal îstîqameta Hezexê ve diçû qilubî. Di netîca qezaya han de kesekî can da û du kes jî birîndar bûn.
Wasîteya ku şifirê wî Rahmî Akgul bû û li ser rêya Mêrdîn û Midyadê bi bal îstîqameta Hezexê ve diçû qilubî. Di netîca qezaya han de kesekî can da û du kes jî birîndar bûn.
Li gor me’lûmatên hatine sitendin, ‘Ebdulwehap Zerey xwest ku ji gund here qeza Hezexê. Ji bo vê yekê li wasîteyeka ser rê siwar bû. Wasîta ku şifirê wî Rahmî Akgul bû dema di rê de bû tekelê wî teqiya û şifir kontrola xwe ya li ser wasîteyê winda kir. Wasîteyê teqle avêt û qilubî. Di encama qezayê de Rahmî Akgul, Alî Uzel û ‘Ebdulwehap Zerey bi awayekî giran birîndar ketin.
Birîndar hatin rakirin Nexweşxana Dewletê a Hezexê. Ji birîndaran ‘Ebdulwehap Zerey digel tevî mudaxeleyan jî wefat kir.
Ji ber qezayê demekî rê li trafîkê hat birîn û pey rakirina wasîta qeza kiriye ji ser rê rê vebû.
Di derbarê qezayê de lêpirsîn hat vekirin.
Di hêla dî de hat hînkirin ku ‘Ebdulwehap Zereyê ku di qezayê de wefat kiriye, kekê Serekê Huda Parê a Qeza Midyadê bûye.
Em jî wek Televizyona Rehber ji birayê xwe yê wefat kiriye rehmeta Xweda Te’ala hêvî dikin û ji birîndaran re jî şîfayê ji Xweda Te’ala dixwazin. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.