Li Hezoyê Petrola Bi Qalîte Hat Dîtin

Li Hezoyê Petrola Bi Qalîte Hat Dîtin

Şîrketa Tirkiye Petrollerî li Hezoyê, xebatên sondajê dikirin. Hat îddîa kirin ku, di binê 2 hezar û 950 metreyê de, petrol hatiye dîtin. Petrola han, ji yên ku li Tirkiyê heta niha hatine dîtin, ya herî bi qalîte ye.

Petrol li nêzî navçeya Hezoya Batmanê, di bîra artezyena Arikaya-1ê de hate dîtin. Hat îfadekirin ku, ber û qalîta wê pir zêde ye. Hilberîna wê ya rojê, wê piştî 10 rojan bê beyankirin.

3 meh berê li vê bîra han, dest bi xebatên lêkolînê hatibû kirin. Tê gotin ku heta 2 hefteyan, wê dest bi hilberînê bê kirin. bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.