Li Hindistanê 3 trên li hev qelibîn

Li Hindistanê 3 trên li hev qelibîn

Li Hindistanê 3 trên li hev qelibîn, cihê qezayê bû mîna qada herbê… di qezayê de 288 kes canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Qeza li herêma Balasoreya girêdayê parêzgeha Orîssa pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li nêzî îstasyona Bahanaga Bazar 2 jê trênê rewîyan bi tevahî 3 trên li hev qelibîn. Piştî xeberdayînê gelek ekîbên polês, lêgerîn û rizgarkirinê hatin şandin cihê bûyerê.

Li gorî tespîtên ewil di encama qezayê de herî kêm 288 kes canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Rayedaran destnîşan kirin, ji bo kesên di trênê de asê mane bên xelaskirin 115 ambûlans, 50 otobus, 45 klînîkên mobîl û zêdetirî hezar û 200 polêsî sewqî herêma qezayê hat kirin.

Tê endîşekirin ku hejmara mirîyan zêdetir bibe.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.