Li Hindistanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin gihaşt nêzî 376 hezaran

Li Hindistanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin gihaşt nêzî 376 hezaran

Hat ragihandin di 24 seatên dawî de li Hindistanê 3 hezar û 921 kes ji ber Coronavîrusê mirin.

Li gorî daneyên ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Hindistanê ve hatine belavkirin, di encama testên ku hatin kirin de bi 70 hezar û 421 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin û 3 hezar û 921 kes jî mirin.

Bi van daneyên dawî yên ku hatine belavkirin hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin gihaşt nêzî 376 hezaran û yên pêketîyan jî derket 29 milyon û 510 hezar û 410 kesan.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.